Elmanyayê di 6 mehan de 12 hezar kes dersînor kir

Hikumeta Elman a federal ku hewl dide deriyên xwe li penaberan bigire, hate ragihandin ku di şeş mehên destpêkê yên vê salê de 12 hezar û 261 kes dersînor kiriye. 127 kesên hatin dersînorkirin ji Tirkiyeyê re hatin şandin.

Hikumeta Elman a Federal bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep a li ser penaberên hatin dersînorkirin. Wekîlên Partiya Çep Ûlla Jelplke, Dr. Andre Hahn û Gokay Akbûlût pêşnûme pirs amade kiribûn û ji hikumetê xwestibûn ku li ser penaberên hatine dersînorkirin agahiyên berfireh bidin.

Hikumeta Merkel bi rengekî nivîskî bersiv da û ragihand, ji 1'ê Çileyê heta 30'ê Hezîranê bi giştî 12 hezar û 261 kes hatin dersînorkirin. Hate gotin, 11.005 kes ji van bi balafiran, 1.215 kes bi rêya bejahî û 41 kes jî bi rêya deryayî hatin dersînorkirin. 5.654 kes jî ber bi welatên din ên Yekîtiya Ewropayê ve hatin dersînorkirin.

253 WELATIYÊN TIRKIYEYÊ HATIN DERSÎNORKIRIN

Hate ragihandin ku di 6 mehên destpêkê yên salê de 6.792 kes hatine vegerandin. Hikumetê diyar kir ku li ser 234.603 kesî jî biryara dersînorkirinê hatiye dayin. Hate gotin, 173.915 ji van bi belgeya "Duldung"ê li Elmanyayê dimînin. Di bersiva hikumetê de hate ragihandin ku 641 kes ji ber li dijî biryara dersînorkirinê derketin, nehatin dersînorkirin.

Li gorî bersiva ku gihîşte ANF'ê, 253 welatiyên Tirkiyeyê hatin dersînorkirin û 127 ji van bi rêya hewayî ber bi Tirkiyeyê ve hatin şandin. Yên mayî jî ber bi welatên ku destpêkê serlêdana penaberiyê li wan kiribûn hatin dersînorkirin.

Hate ragihandin ku hejmara welatiyên Iraqê yên hatin dersînorkirin 440, yên Îranê jî 199 e. Yên ku herî zêde ji Elmanyayê hatin dersînorkirin welatiyên Arnavûtlûkê ye. Piraniya penaberên hatin dersînorkirin di ser Balafirgeha Frankfûrtê re hatin dersînorkirin. Hejmara wan jî 4.017 kes in. Li gorî agahiyên ku hikumetê ji Polîsên Federal girtin, di nava 6 mehên salê de 14.173 kesên biryara dersînorkirinê derbarê wan de hatibû girtin, bi xwe ji Elmanyayê derketin.