Elmanya ji bo serîlêdana li IMF’ê hewl dide Erdogan qanih bike

Piştî ku lîrayê Tirkan li hemberî dolar û euro heliya li Tirkiyeyê krîza aborî dest pê kir. Hate hînbûn ji bo ku Erdogan serî li IMF’ê bide Elmanya hewl dide Erdogan qanih bike.

Elmanya ya ku li Tirkiyeyê gelek veberhênanên wê heye, ji bo xurtkirina lîrayê Tirkiyeyê ya ku li hemberî dolar û eûro têk diçe, hewldanên xwe zêdetir kir. Herî dawîn hefteya borî  Wezîrê Maliyeyê yê Elmanyayê Olaf Scholz ligel wezîrê Xezîne û Maliyeyê yê rejîma Erdogan bi Berat Albayrak re li ser telefonê axivîbûn.

Kovara nûçeyan a bi navê Der Spîegel ya Elmanyayê di hejmara xwe ya nû de nivîsand ku Scholz ji Albayrak re gotiye ku ‘Serî li pakêtên alîkariyê yên IMF’ê bidin’

Erdogan li pêş çapemeniyê gotibû ku em ê serî li IMF’ê nedin lê hate diyarkirin ku zavayê Erdogan û Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Albayrak bi erênî nêzî pêşniyaza Scholz bûye. Albayrak  Scholz li hev kiribûn ku di 21’ê Îlonê de li Berlînê bi hev re bicivin.

BERÊ WELATÊN KENDAVÊ Û RÛSYA, PIŞTRE JÎ IMF...

Tê diyarkirin ku Albayrak gotiye ku ‘Em ê di hefteya pêş me de, bi welatên kendavê re bicivin û daxwaza alîkariyê ji wan bikin. Rûsya jî amade ye ku alîkariya pereyan bi me bike.” Tê diyarkirin ku heke ev rê jî krîza Tirkiyeyê çareser neke, ew ê Tirkiye berê xwe bide IMF’ê.

Tê diyarkirin ku pisporên IMF’ê ji bo alîkariya Tirkiyeyê dest bi amadekariyan kirine. Ji bo xurtkirina lîrayê Tirkan ew ê IMF ji herî kêm 30 milyar dolar û herî zêde jî 70 milyar dolaran bide Tirkiyeyê.

Li gorî daneyên Musteşariya Xezîneyê ya Tirkiyeyê deynê Tirkiyeyê 230 milyar dolar e.