Tirsa 'têkçûna TL' ketiye nava 10 fîrmayên Elman

Fîrmayên biyanî yên ku li Tirkiyeyê razemenî kirine herî zêde fîrmayên Elman e. Xuya ye ji ber vê yekê Serokwezîra Elman Merkel bi lez û bez cihê xwe li cem rejîma Erdogan girt.Lê belê tirsa 'têkçûna TL' ketiye nava 10 fîrmayên Elman.

Piştî ku rejîma li Tirkiyeyê veguherî desthilatdariya şexsekî û krîa aboriyê giran bû, Lîreyê Tirk (TL) li pêşberî Dolarê Amerîkî û Euro bê qîmet bû. Tirsa krîza li Tirkiyeyê ketiye nava saziyên fînansê yên Ewropî ku beriya niha bi krediyan rejîma Erdogan a zordar li ser piyan hiştin.

Li gorî şîrove-nûçeyek li kovara Der Spîegelê hate weşandin, şîrketên biyanî yên herî zêde li Tirkiyeyê razemenî kirine, şîrketên Elman e. Şîrketên Elman ji ber vê yekê ketine nava tirs û fikaran. Zêdeyî 7 hezar şîrketên Elman li Tirkiyeyê bi nirxê 13 milyar Euroyî razemenî kirine. Her wiha hejmarên îxracatgê yên fîrmayên Elman ên ji bo Tirkiyeyê jî zêde ne. Van fîrmayan tenê sala 2017'an bi buhayê 21 milyar Euroyî mal firotin Tirkiyeyê.

DIBE KU FÎRMAYÊN ELMAN NEMA KARIBIN KAR BIKIN

Tê gotin, eger krîza TL dewam bike, wê bandoreke mezin li fîrmayên Elman ên li Tirkiyeyê bike û şîrketên Elman ên li Tirkiyeyê wê nema karibin kar bikin.

Fîrmayên Elman ên qala wan tê kirin jî wiha ne: Allîanz, BASF, Bosch, Daîmler, Deutsche Post, HeîdelbergCement, Henkel, Hûgo Boss, MAN ku saziyeke ser bi Volkswagenê ye û Sîemens.

ELMAN: DIVÊ DESTEK JI TIRKIYEYÊ RE NEYÊ DAYIN

Di vê navberê de li Elmanyayê nîqaşa "Gelo divê alîkarî ji rejîma Erdogan a zordar re bê dayin yan na?" dest pê kir. Berevajî hikumeta federal a bi lîderiya Serokwezîr Merkel, gelek Elman dibêjin, "Divê alîkarî ji Tirkiyeyê re neyê kirin."

Li gorî anketa ku di malpera înternetê ya kovara Der Spîegelê de cih girt, 82 ji sedî yê beşdaran naxwazin Elmanya desteka aboriyê bide Tirkiyeyê. Tenê 18 ji sedî dixwazin destek bê dayin. Heta şeva bihurî zêdeyî 19 hezar kes tevlî bû bûn.