Ebadî û Erdogan wê li ser çi hevdîtin bikin?

Serokwezîrê Iraqê Ebadî çû serdana Enqerê wê bi Erdogan re bicivin. 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, îro wê biçe serdana Enqerê û saete 13:00 bi serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan re bicive.

Saet 15.30’an jî wê di derbarê hevdîtinê de Erdogan û Ebadî daxuyaniya çapemeniymê ya hevpar bidin.

EBADÎ: EM Ê MIJARÊN WEKE AV, RAZEMENÎ Û EWLEHIYÊ BIAXIVIN

Ebadî roja duşemê li paytexta welatê xwe Bexdayê daxuyaniya çapemeniyê dabû û gotibû em ê di serdana xwe ya Enqerê de di mijara pervekirina hevpar a avê em hêvî dikin ku li hev bên.

Hikumeta AKP’ê demek beriya niha ava Çemê Dîcleyê ku diherike Iraqê qut kiribû. Ji bo ku ji Iraqê hinek tawîzan bigire avê weke amûrekî gefxwarinê bikar tîne.

LI GORÎ ÇAVKANIYÊN AKP’Ê ROJEVA SEREKE PETROL E

Her çiqas di derbarê serdana Ebadî de gelek nêrîn û şîrove hebin jî çavkaniyên AKP’ê dibêjin ku mijara sereke ya hevdîtinê wê petrol be. Parlamenterê AKP’ê Zîver Ozdemîr jî ev yek piştrast kir ku rojeva sereke ya hevdîtinê petrola Kerkuyê ye.