DYE'yê dest danî ser malperên înternetê yên medya Îranê!

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), gelek malperên medya Îranê asê kir.

Wezareta Karên Derve ya DYE'yê piştrast kir ku 33 malperên medyayê yên di bin kontrola Tehranê de ne û 3 malperên Tûgayên Hîzbûllahê yên Iraqî 'desteser' kirine.

Malpera înternetê ya Press TV ku bi Îngîlîzî weşanê dike, malpera qenala nûçeyan El Alam a bi Erebî weşanê dike û malpera televîzyona El Mesîre ya Hûsiyên Yemenê ji aliyê edaleta DYE'yê ve hate astengkirin.

Kesên ku dixwazin bikevin malperan li peyama 'ji aliyê hikumeta DYE'yê ve hatiye desteserkirin' rast tên. Ev peyam jî bi mohra polîsê federal û Wezareta Bazirganiyê ye.

Li gorî televîzyona Îranê qenalên El Allah, Palestîne Al-Yûm û qenalên televîzyonê hatine astengkirin.