DYE û Ûkraynayê li Behra Reş tatbîkatek kirin

Ûkrayna û gelek welatên ku DYE jî di nav wan de bûn li Behra Reş tatbîkateke leşkerî kirin.

Dema ku aloziya bi Rûsyayê re zêde bû, ev tatbîkat pêk hat. Hefteya borî bi keştiyeke Îngilîzan şerek çêbûbû. Nêzî 20 jetên Rûs, du keştiyên ewlekariya peravan ji bo hişyariyê gule bera keştiya şer a Îngilîz dabûn.

Tê diyarkirin ev tatbîkat wê heta 10’ê Tîrmehê bidome. 5 hezar leşkerên ji 30 welatî û 30 keştiyên şer tevlî tatbîkatê bûn.

Fermandarê Fîloya Ukraynayê Oleksîyî Nejîpapa di merasîma vekirina lengergeha Odesayê de diyar kir armanca wan ev e ku ji bo aştî û îstîkrara li herêmê ew peyameke xurt bişînin.

Di sala 2018’an de Rûsyayê dest danîbû ser 3 keştiyên şer ên Ûkraynayê yên ku hewl dabûn têkevin behra Azovê û 28 deryavan dîl girtibû.