DYE dawî li mîsyona xwe ya şer a li Iraqê tîne

Serokê DYE'yê Joe Biden di mijara hêzên Emerîkî de yên li Iraqê "asteke nû" ragihand û diyar kir ku wê heta dawiya salê dawî li temamiya 'mîsyona şer' bîne.

Joe Biden Serokwezîrê Iraqê Mistefa El Kazimî vexwend Qesra Spî, pê re hevdîtinek kir û got, "Dawiya salê em ê di nava mîsyona şer de nebin."

Biden got, "Lê belê hevkariya li dijî terorîzmê wê di vê qonaxa nû de jî dewam bike."

Biden anî ziman ku rola leşkerên Emerîkî yên li Iraqê ew e ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hêzên Iraqî 'perwerde bike' û alîkariyê bide wan.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî got, "Têkiliyên me ji her demê bêhtir xurt e." Ev serdana Kazimî sê meh beriya hilbijartinên giştî yên li Iraqê pêk hat.

Bi rengekî fermî niha 2 hezar û 500 leşkerên Emerîkî li Iraqê hene. Ev leşker tevlî şer nabin û bi rola "şêwirmendiyê" û "perwerdeyê" radibin.