DYE: Êrîşa li ser Mexmûrê tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî

Balyoza DYE ya li Neteweyên Yekbûyî Lînda Thomas Greenfîeld derbarê êrîşên li ser kampa penaberan a Mexmûrê got “Ev tê wateya binpêkirina qaîdeyên hiqûqî yên navneteweyî û mirovî. Ji ber van êrîşan ez gelekî bi fikar im.”

Balyoza DYE ya li Neteweyên Yekbûyî Lînda Thomas Greenfîeld derbarê êrîşên li ser kampa penaberan a Mexmûrê diyar kir ku ev êrîş tê wateya binpêkirina qaîdeyên hiqûqî yên navneteweyî û mirovî û got “Ji ber van êrîşan ez gelekî bi fikar im.”

Thomas-Greenfîeld li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û got “Min ji rayedarên Tirk re bi awayekî eşkere diyar kir ku êrîşên li ser sivîlên kampa penaberan tê wateya binpêkirina qaîdeyên hiqûqî yên navneteweyî û mirovî. Ji ber êrîşa îro ez bi fikar im û ez bang dikim ku bila li hemberî mafên penaberan bi hurmet bin.”