Di sala 2016'an de 280 hezar koçberan berê xwe da Elmanyayê

Li Almanyayê di nava sala borî de li gorî daneyên 2015'an, çûyîna koçberan ji sêyan yekê wê kêm bûye, di serlêdanên koçberiyê de jî ji sedî 50 zêde bûye.

Li gorî daneyên ji aliyê Wezîrê Karê Nudir ê Federal Thomas De Maîzîer ve hate ragihandin, di nava sal borî de 280 hezar koçber çûne Elmanyayê. Ev jî tê wateya li gorî daneyên 2015'an 600 hezar kes kêm bûye.

Daneyên ku li gorî sala 2015'an, 890 hezar koçber çûne Elmanya bi bîr xistiye, di serlêdanên koçberiyê ya di sala 2015'an ku 476 hezar bû, ev serlêdan nêzî sedî 50 zêde bûye. Li gorî vê, di sala 1016'an de, li gorî sala borî nêzî 745 hezar koçber serlêdan ji bo çûyîna Elmanyayê kiriye.

Li gorî agahiyên wezaretê di rêya yekem de ku koçberên digirin Elmanyayê welatiyên Sûriyeyî ne. Welatên din bi rêzê ve Afganîstan, Iraq, Arnavûtlûk û Erîter e.