Di êrîşa li Ûtrechtê de 3 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn-NÛ BÛ

Di êrîşa saetên sibê ya li tranvayê ya li bajarê Utrechet a Hollandayê pêk hat de 3 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn. Têkildarî êrîşê polîs ciwanê bi navê Gokman Taniş di saetên şevê de destgîr kir.

Li bajarê Ûttrechet ê Hollandayê di saetên sibê de êrîşek pêk hatibû, hejmara kuştî û birîndaran diyar nebibû.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Serokê Şaredariya Ûtrecht Jan van Zanet ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê kir, diyar kir ku 3 kes mirine, 9 kes jî birîndar bûne.

Hatibû gotin ku ji sibê ve gelek êrîş pêk hatine, ev agahî ji aliyê rayedaran ve hate piştraskirin ku tiştekî wiha tine, ew agahî şaş in.

Polîs têkildarî êrîşê li ciwanê bi anvê Gokman Taniş ê 37 salî digerin. 

Ambûlans û helîkopter birîndar ji cihê bûyerê rakirin, polîsên antî-terorê jî gihiştin cihê bûyerê. Polîsan ragihandin ku li êrîşkaran digerin.

Bi daxuyaniyeke çapemeniyê Şefê Polîsan Rob van Bree ragihand ku polîsan di saetên şevê de ciwanê bi navê Gokmen Taniş ê 37 salî destgîrkirine.