Deynê derziya şewbê wê barê welatên xizan girantir bike

Li gorî rapora salane ya Neteweyên Yekbûyî, welatên dewlemend sînor danîn pêşiya peydakirina derziyan û deynê şewbê jî zêde kirin.

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da, heta ku welatên dewlemend peydakirina derziyên Covid-19 zehmet bike, wê welatên herî xizan ji aliyê aborî ve heta sala 2025'an bi 12 trilyon dolarî bikevin rewşeke hîn nebaş.

Li gorî rapora pêşketinê û bazirganiyê ya salane ya Konferansa Pêşketin û Bazirganiyê ya Neteweyên Yekbûyî (Unctad), welatên ku hatineya wan kêm e li gorî krîza malî ya sala 2008'an hîn bêhtir ketine bin bandora şewbê, deynê wan zêde kirine û zest li ser maliyeyên cemaweriyê hatiye kirin.

Baskê aboriyê yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir, ku lîderên rojavayî tevî ku soza 'kombûna hîn bi baştir' ji krîzê dane jî ji ber astengkirina belavkirina derziya li dijî vîrûsa koronayê li welatên xizan, rîsk zêde ne ku welatên hatineya xwe kêm e li paş bimînin.

Di raporê de hate gotin, "Welê xuya dike ku aboriya cîhanê bi rengekî cuda cuda jinûve tê avakirin."

Unctadê diyar kir ku bi dewamkirina tedbîrên piştgiriya malî ya ji aliyê hikumetên cîhanê ve sala 2020'î hate destpêkirin û li aboriyên pêşketî bi saya pêşketina bi lez a derziyan, aboriya global îsal bi xurtî xwe komî ser hev kiriye. Piştî kêmbûna mezinbûna global a sala 2020'î ya bi rêjeya ji sedî 3.5'an, tê texmînkirin ku îsal rêjeya mezinbûnê ji sedî 5.3 be ku ev jî rêjeya herî bi lez a mezinbûnê ya 50 salên dawî ye.

Ajansa ku navenda wê li Cenevreyê ye got, "Ji bo deynê welatên xizan bê kêmkirin, divê welatên dewlemend bi rengekî hevpar tevbigerin. Li gorî hin serdeman ji bo pêşketinê diviyabû bi armanca pêşîgirtina li deh salên din ên windakirî deyn bihata betalkirin."

Unctadê hişyarî da ku maliyeta derziyên derengmayî heta sala 2025'an dibe ku bigihêje 2.3 trilyon dolarî û bi bîr xist ku beşek ji vê maliyetê cîhana pêşketî hildaye ser milê xwe.