Dewleta Elman wateya helwesta 'NA' fêhm nekir

Hikumeta Elman a Federal bersiv da pêşnûme pirsa Partiya Çep û mîna îstîxbarata Elman got, "Di dema referandûma 16'ê Nîsanê de kampanya 'NA' ya li Ewropayê ji aliyê PKK'ê ve hate organîzekirin."

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, rapora xwe ya sala 2017'an meha Tîrmehê eşkere kiribû û tevî ku saziyên Kurdan kir hedef, îdîa kiribû ku kampanya 'NA' ya li Ewropayê ku di dema referandûma destûra bingehîn a Tirkiyeyê de hate organîzekirin, ji aliyê PKK'ê ve hatiye birêxistinkirin.

Ji partiyên mûxalefeta bingehîn Partiya Çep li ser vê yekê pêşnûme pirsek pêşkêşî Meclîsa Federal kiribû. Pêşnûme bi pêşengiya parlamenter Ûlla Jelpke hatibû amadekirin.

Di pêşnûme pirsê de hatibû bibîrxistin ku ne tenê HDP û Kurd, ji HDP heta CHP û Îyî Partiyê gelek partî tevlî kampanya 'NA' bûn û li Elmanyayê jî SPD, Partiya Keskan û Partiya Çep jî piştgirî dabûn vê eniyê.

HIKUMETA ELMAN JÎ BI ÇAVÊN ERDOGAN LI KAMPANYA 'NA' DINERE!

Bi navê hikumeta federal, Wezareta Karên Hundir bersiv da pêşnûme pirsê û di bersivê de destek ji nêrîna Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a li ser kampanya 'NA' re hate dayin. Li gorî bersiva dewleta Elman a ku 14'ê Tebaxa 2018'an da û gihîşt ber destê ANF'ê, banda destpêkê ya ji bo kampanya 'NA' ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrad Karayilan ve hate kirin ku 31'ê Çileya 2017'an di hevpeyvîneke bi rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate weşandin.

Li gorî bersivê, Karayilan di hevpeyvînê de got, "Di referandûmê de yekane hêza ku dikare li dijî AKP û MHP'ê li ber xwe bide têkoşîna azadiyê ya Kurd e" û ji bo sîstema serokatiyê ya ku Erdogan dixwaze bi cih neyê, pêwîste hemû hêz bikevin nava liv û tevgerê.

Hate ragihandin ku du roj piştî vê hevpeyvînê, 2'ê Sibata 2017'an li bajarê Kolnê bi navê "Na ji sîstema serokatiyê ya Erdogan re" platformek hatiye avakirin. Tevî ku gelek saziyên hindikayî û olî yên Tirkiyeyî di nava platformê de cih girtin jî, Wezareta Karên Hundir îdîa kir ku platform ji aliyê PKK'iyan ve hatiye avakirin.

JELPKE: HIKUMET NIKARE DELÎLEKÎ ŞÊNBER PÊŞKÊŞ BIKE

Wezareta Karên Hundir bersiv neda gelek pirsan. Ji wekîlên Partiya Çep Ûlla Jelpke nerazîbûneke tund nîşanî nêzîkatiya hikumeta federal a bi serokwezaretiya Merkel da. Jelpke bersiva hikumetê ji ANF'ê re nirxand. Jelpke bi bîr xist ku Erdogan her kesên li dijî sîstema serokatiyê rabin weke 'terorîst' îlan dike û hikumeta Elman jî nêzîkatiyeke bi heman rengî nîşan dide.

Jelpke got, "Hikumet diyar dike ku di nava platformê de 27 sazî hene û tenê çar ji wan 'nêzî PKK'ê ye'. Bi kurtasî, hikumeta federal ji bo tespîtkirina vê yekê delîlekî şênber nikare pêşkêş bke."