Dêrên Swêdê kêm dikin

Dêrên Swêdê ku par bi skandalan ketin rojeva raya giştî, kêm dikin. Di nava sala 2016'an de 85 hezar 848 kesî ji endametiya dêrê îstifa kirin.

Serpîskopozê Dêrên Swêdê Antje Jackelen da xuyakirin, ku di îroka Dêrên Swêdê de cara yekê ye ewqas kes ji endametiyê derdikevin û got, "Bêguman ev rewş cihê fikaran e."

Jackelen diyar kir, heman meyl li nava rêxistinên din û partiyên siyasî jî tê dîtin û anî ziman, li welatên din ên Skandînavyayê jî, ji her demê bêhtir endamên dêran kêm dibin.

PIŞTÎ KU KEŞÎŞ GELEKÎ GERIYAN, CEMAETÊ ÎSTIFA KIR

Di Tîrmeha par de Servîsa Ekot a Radyoaya Dewletê ya Swêdê eşkere kiribû, ku gelek keşîşên li dêren bajarên cuda yên Swêdê wezîfedar û siyasetmedar, bi bahaneya gera perwerdeyê, dest bi gera tûrîstîk kirine, çûne li maça futbolê temaşe bikin û li meyxaneyê kêf kirine. Ev ger û geşa tûrîstîk bi 20 mîlyon kronî hate kirin. Piştî ku ji raya giştî re ev ye hate eşkerekirin, 13 hezar 300 kes di nava mehekê de ji endametiya dêrê îstif kirin.

Li Swêdê, ji sala 2000'î û pê ve ku hingî têkiliya navbera dêrê û dewletê qut bû, ji sedî 82,9 ê gelê Swêdê endamê dêrê bû. Ev rêje par daket ji sedî 63'an. Eger Dêrên Swêdê bi vî rengî kêm bike, wê di sala 2030 de rêjeya endaman dakeve ji sedî 45'an.