Dadgeha Federal a Iraqê biryara girtina Waliyê Basrayê da

Tê gotin, Dadgeha Federal a Iraqê biryar daye ku waliyê bajarê Basra yê Iraqê bê girtin.

Li gorî nûçeyên medya Iraqê, Dadgeha Federal a Iraqê di çarçoveya xala 433'an a Destûra Bingehîn a Iraqê de biryara girtina Waliyê Basrayê Esad Îdanî daye.

Li bajarê Basra yê li başûrê Iraqê, roja 8'ê Tîrmehê li dijî "nebûna xizmetên cemaweriyê, bêkarî û nelirêtiyê" xwepêşandanan dest pê kiribûn û du mehan dewam kiribûn. Xwepêşandan hefteya bihurî dijwar bûbûn.

Piştî avahiyên walîtî, televîzyona dewletê, hin partiyên Şîa û hêzên milîs, xwepêşandêran avahiya Serkonsolosxaneya Îranê ya li Basrayê jî şewitandibûn.

Di xwepêşandanên hefteya bihurî de li Basrayê zêdeyî 10 kes miribûn. Ji 8'ê Tîrmehê roja destpêkirina xwepêşandanan û vir ve zêdeyî 30 xwepêşandêr mirin.

Serokwezîrê Iraqê Ebadî di rûniştina roja Şemiyê ya parlamentê de hişyarî dabû û gotibû, bûyerên li Basrayê dikarin veguherin şerê çekdarî.