Cara yekê jinek bû Serokkomara Etiyopyayê
Parlamenterên Etiyopyayî li şûna Serokkomarê ku îstifa kir, yekemcar jinek hilbijartin.
Parlamenterên Etiyopyayî li şûna Serokkomarê ku îstifa kir, yekemcar jinek hilbijartin.
Dîplomat Sahle-Work Zewde, ji dema qebûlkirina Destûra Bingehîn a sala 1995'an û vir ve bû Serokkomara çaremîn a Etiyopyayê.
Zewde nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres a li Yekîtiya Afrîkayê bû. Zewde ku beriya niha li Fransa, Cîbûtî û Senegalê sefîra bilind bû, li nava Meqama Pêşvebirinê ya Navbera Hikumetan (IGAD) a bloka herêmî ya Rojhilatê Afrîkayê nûnera daîmî ya Etiyopyayê bû.
Parlamentê, îstifaya Mûlatû Teshome pejirand ku Teshome ji sala 2013'an û vir ve serokkomar bû.
Li ser sedema îstifaya Mûlatû daxuyanî nehate dayin. Lê çavdêr dibêjin, ev yek encameke danûstandinên navbera çar partiyên hikumeta koalîsyonê ye.
Serokkomara/ê Etiyopyayê di fermiyetê de seroka/ê dewletê jî be, berpirsyariyên xwe sembolîk in. Erkên bingehîn di destê Serokwezîr de ye.
Koalîsyona Eniya Demokratîk a Şoreşger a Gelê Etiyopyayê meha Nîsanê Abiy Ahmed kiribû Serokwezîr. Ahmed her wiha endamekî koma herî mezin a etnîkî ya welêt Oromo ye.
Piştî ku Ahmed bû serokwezîr gelek reform hatin kirin. Çend ji van reforman jî; berdana mûalîfan, gavên ji bo demokratîkbûnê û aştiya bi Erîtreyê re.
Ahmed beriya niha bi demeke kin hikumeta nû ava kir. Nîvê hikumetê jin e.