Bûteflîka dibe ku cara 5'an bibe namzetê Serokkomariyê

Hilbijartinên serokkatiyê yên Cezayîrê wê meha Nîsanê werin kirin. Tê gotin, Serokkomarê niha Abdulazîz Bûteflîka bûye namzet.

Serokdewletê Cezayîrê Abdulazîz Bûteflîka yê 81 salî, tê gotin ku ji bo cara 5'an bibe serokkomar careke din bûye namzet.

Berdevkê Eniya Azadiyê ya Neteweyî (FLN) Cemal Oûld Abbes daxuyanî da ajansa nûçeyan a dewletê APS'ê û got, Bûteflîka ji bo cara 5'an bibe serokkomar, bûye namzet.

Sala 2013'an xwîn çûbû ser mejiyê bûteflîka û ji ber vê yekê jî kapasîteya xwe kêm maye. Lewma hîn ne diyar e bê pêşniyara wî ya namzetiyê bê qebûlkirin an na.

Oûld Abbes bi bîr xist ku Bûteflîka her wiha serokê FLN'ê ye.

Abbes ji AFP'ê re jî axivî û diyar kir, Komîteya Navendî ya FLN'ê wê rojên bê li hev bicive û namzetiya Bûteflîka fermî bike.