Bûlgaristan wê ewlekariya xwe ya sînor 'xurt' bike

Piştî ku Talîbanê Efganistan kontrol kir, koça Efganan a ber bi welatên rojavayî ve dewam dike. Bûlgaristan ji bo pêşî li pêla koçberên Efgan bigire wê di navbera sînorên xwe yên bi Tirkiye û Yewnanistanê re 400 heta 700 leşkerî bi cih bike.

Bûlgaristan, ji bo pêşî li pêla koçberên Efgan bigire, wê li ser sînorên Tirkiye û Yewnanistanê 400 heta 700 leşkerî bi cih bike.

Wezîrê Parastinê yê Bûlgaristanê Gûeorgûî Panayotov got, "Zexta li ser sînorê Bûlgaristanê zêde dibe." Panayotov got, "Leşker wê bi erka xwe ya ewlekariyê rabin, alîkariyê bidin polîs û jendermeyên li ser sînor û tevlî karê danîna bendan bibin." Wezîr diyar kir ku ev biryar piştî zêdebûna pêla koçberan hatiye wergirtin.

Bûlgaristan ku sînorê derbasbûna li Ewropayê ye, di navbera salên 2013 û 2018'an de bendeke ji 259 kîlometreyî dirêj danî bû.

Bûlgaristan ku welatê herî xizan ê Yekîtiya Ewropayê ye, heta niha ti koçber li welatê xwe qebûl nekiriye.