'Brûnson neyê berdan wê helwesteke dijwartir bê nîşandan'

Rayedarekî Qesra Spî ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re ragihand, di mijara berdana pastor Andrew Brûnson de gavek nehatiye avêtin û got, di vê mijarê de helwesta tund a Washîngtonê wê dewam bike.

Li ser rewşa pastor Andrew Brûnson daxuyaniyên nû hatin dayin. Rayedarekî Qesra Spî ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re ragihand, di mijara berdana pastor Andrew Brûnson de gavek nehatiye avêtin û got, di vê mijarê de helwesta tund a Washîngtonê wê dewam bike. Rayedarê ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Bolton doh bi Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Washîngtonê Serdar Kiliç re rûniştiye û jê re gotiye ku DYA di vê mijarê de wê tawîzê nede.

Li gorî nûçeyê rayedar got, "Rêveberî wê di vê mijarê de helwesta xwe ya tund bidomîne. Serok ji sedÎ sed bi biryar e ku pastor Brûnson vegerîne mala xwe. Eger di nava çend rojan an jî hefteyekê de gavek di vî warî de tiştek neyê kirin, dibe ku em gavên nû biavêjin."

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders jî doh di civîna çapemeniyê de li ser mijarê got, "Pirsgirêkên aboriyê yên bi Tirkiyeyê re encama polîtîkayên DYA'yê nîne. Pirsgirêkên Tirkiyeyê bi ferzkirina pêkanînên li ser du wezîran dest pê nekirine."