Brîtanya dixwaze hîn bêhtir bacê ji xebatkarên ji YE bigire

Li Brîtanya Mezin, ku biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê daye, projeyên xebitandina karkerên ji welatên din ên Ewropayê hatine zehmet dike, tên amadekirin. Ev yek rê li ber nerazîbûnan vedike.

Li gorî pêşnûmeyek hikûmeta Brîtanyayê ya bi serokwezaretiya Theresa May, piştî derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) wê karê şîrketan ê xebitandina karkerên biyanî bê dijwarkirin. Yek ji van astengiyan jî ew e; şîrketên ku welatiyên ji Yekîtiya Ewropayê bixebitînin 1000 Sterlîn (1170 Euro) baceke zêdetir bidin.

Li gorî daxuyaniyek li ser navê Serokwezîr Theresa May hate dayîn, ev pêşniyara têkildarî xebitandina welatiyên Yekîtiya Ewropayê, 'tenê yek ji gelek pêşniyaran' e. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hikûmet li ser gelek 'sîstem'ên pêşî li koçberiyê bigire, disekine.

Brîtanya, ku tê payîn di meha Adarê de bi rengekî fermî serlêdana derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bike û herî dereng di nava 2 salan de ji yekîtiyê qut bibe. Tedbîrên li Brîtanyayê li dijî koçberiyê tên kirin, rê li ber nerazîbûna cîhana kar vedike.

Di daxuyaniya saziya bi navê Institute of Directors de, ku nêzî karsazan e, ji hikûmetê hat xwestin vê pêşniyarê betal bike. Endamê saziyê Seamûs Nevîn destnîşan kir, ku baceke bi vî rengî wê pêşî li mezinbûna kar bigire.

Di 23'ê Hezîrana bihurî de, di referandûma Brexîtê de ji sedî 52 ê gelê Brîtanyayê xwestibû ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve.