Boko Haram li Nîjeryayê dîsa qetlîam kir

Boko Haram ên gundek dikeve bakurê rojhilatê Nîjeryayê kirin hedef bi kêmanî 20 sivîl qetil kirin, 14 jî birîndar bûn.

Çeteyên Boko Haram ên ketin gundê Gajîganna ya eyaleta Borno ya nêzî 10 sal in dibe hedefa êrîşan, bi roketan êrîş kirin.

Berpirsê hêzên milîsên xwecihî Babakura Kolo yê ji AFP’ê re axivî got: “Boko Haram duh bi roketan êrîşî Gajîganna kirin, 20 kes kuştin.”

Kolo anî ziman ku 14 kes jî giran birîndar bûne û gelek mal jî ji ber êrîşê hilweşiyan.

Gundê Gajîganna yê 50 kêlometre ji Maîdûgûrî yê dûr e, berî niha gelek carî êrîş li ser hatiye kirin. Di meha Sibatê de Boko Haram êrîşî bendekî kontrolê ya leşkeran ya li gund kiribûn, leşkerek hatibû kuştin.

Nîjerya ya ku xwedî nifûsekî 200 milyon e, gelek carî bi pirsgirêkên ewlekarî û dîsa şer re rû bi rû dibe.

Boko Haram di sala 2012’an de bu du beş. Beşekî wê weke Ansarû ku girêdayî El Qaîdê ye, aliyê din jî girêdayî çeteyên DAÎŞ’ê êrîşan dike.