'Binpêkirina mafên mirovan a li Maliyê zede dibe'

Komîsera Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet bi bîr xist ku meha Tebaxê ya sala 2020'ê li Maliyê binpêkirina mafên mirovan di asteke metirsîdar de bû û destnîşan kir ku ev yek ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê ye.

Komîseriya Bilind a Penabern a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand, ku bûyerên di Tebaxa 2020'î de li Malî qewimîn encama binpêkirina mafên mirovan û polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Polîtîkaya bêcezahiştinê jî di mijara parastina sivîlan de bi rîsk hate dîtin.

Komîsera UNHCR'ê Michelle Bachelet bi daxuyaniyekê ragihand ku polîtîkaya bêcezahiştinê ya li Malî binpêkirina mafên mirovan zêde kiriye.

Bachelet bang li rayedarên Malî kir ku dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê bîne, bi rengekî lezgîn lêpirsînê bimeşîne û diyar kir ku ji bo aştiyê divê hikumet lêpirsînê bimeşîne û encamên wê eşkere bike.

Bachellet bi bîr xist ku Serokwezîrê Malî di mijara dawîanîna bêedaletiyê de soz daye û bi bîr xist ku bûyerên tundiyê yên Tebaxa 2020'î di asteke metirsîdar de bûn.

Bachellet anî ziman ku hîn jî çete êrişî xelkê dikin û bi bîr xist, di şeş mehên dawî de 617 caran mafên mirovan hate binpêkirin.