Bîlançoya nû ya êrişên li Nîjerê: 140 kes mirin

Li Nîjerê ku bi komên Îslamî yên tundrew di rojevê de ye, hejmara mirovên dawiya hefteyê di êrişan de jiyana xwe ji dest dan herî kêm 137 kes e.

Di daxuyaniya destpêkê ya doh de hatibû ragihandin ku di êrişan de yên li herêma Tahoûa ya li sînorê Malî ji aliyê komên çekdar ve li gundan hatin ikrin, herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya dawî ya hikumetê de hate ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gelekî zêde ye.

Berdevkê hikumetê Zakariya Abdûrrahman diyar kir, di êrişan de herî kêm 137 kesan jiyana xwe ji dest dane. Berdevk di daxuyaniya çapemeniyê de anî ziman ku komên çekdar yekser êriş birine ser sivîlan û ev yek "qonaxeke nû ya barbariyê ye."

Tê zanîn ku li gelek herêmên Nîjerê çeteyên Îslamî yên tundrew êrişên xwe zêde kirine. Mehên dawî bi sedan sivîl di encama van êrişan de jiyana xwe ji dest dan.

Nîjer, Malî, Bûrkîna Faso, Morîtanya û Çand bi piştgiriya Fransayê di bin sîwana G5 Sahelê de li dijî komên ku piraniya wan El Qaîde û DAÎŞ'î ne, şer dikin.