Bîlançoya erdheja li Haîtiyê giran dibe

Rayedaran diyar kirin ku li Haîtiyê di erdhejê de herî kêm 724 kes mirine.

Li Haîtiyê bîlançoya erdheja bi 7.2 pileyî ku 14'ê Tebaxê qewimî, giran dibe.

Rayedaran diyar kirin ku 500 kes li başûrê giravê, 100 kes li herêma Anseyê, 122 kes li herêma Nîppesê û 2 kes jî li bakur rojhilat jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku 2800 kes jî birîndar bûne.

Erdheja ku 14'ê Tebaxê pêk hat, tevahiya Haîtî pê hesiya. Bi qemyon û wesayitên giran karê lêgerîn û rizgarkirinê tê meşandin.

Piştî erdheja ku bi 160 kîlometreyî li başûrê paytext Port aû Prînce rû da, karên lêgerînê dewam dike. Lê belê ji ber nêzîkbûna bahoza tropîk Grace, metirsiya baran û lehiyê bi xwe re tîne.

Tîmên tenduristiyê jî giraniyê didin ser başûr rojhilatê welêt.

Li Haîtiyê 12'ê Çileya 2010'an jî erdhejeke mezin çêbûbû, 200 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn, 300 hezar kes jî birîndar bûbûn.