Bîlançoya erdheja li Endonezyayê giran dibe

Hejmara mirovên ji ber erdheja 5'ê Tebaxê ya li Endonezyayê jiyana xwe ji dest dan bû 436 kes.

Erdhej bi şîdeta 6.9 pileyî li girava Lombok a Endonezyayê rû dabû. Hîn jî cenaze ji bin xirbeyan têne derxistin. Ji ber erdhejê li vê herêma tûrîstî bi dehan xanî, mizgeft û şîrket hilweşiyan.

Berdevkê Ajansa Neteweyî ya Felaketê Sûtopo Pûrwo Nûgroho got, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hîn jî hewl didin mirovên di binê xirbeyên avahiyan de mane derxînin.

Berdevk diyar kir, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane bûye 436 kes. Beriya niha hatibû gotin ku 387 kes mirine.

Li gorî bîlançoya fermî zêdeyî 1.300 kes birîndar bûn, 353 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn.

Piraniya mirovên ji neçarî ji malên xwe derketine, li ber malên xwe yên hilweşiyayî kon vedane. Gelek kes bê mal mane.

Bi sê helîkopterên artêşê xwarin ji gelek deveran re hatin birin. Li van deveran pêwîstiya mirovan bi ava vexwarinê, xwarinê, derman û betaniyê heye.