Bi sedan penaber li peravên Îtalyayê hatin rizgarkirin
Bi sedan penaberên hewl didan ji Lîbyayê xwe bigihînin Îtalyayê, bi hewldana saziyên alîkariyê hatin rizgarkirin. Hat ragihandin, herî kêm 2 penaber fetisîne.
Bi sedan penaberên hewl didan ji Lîbyayê xwe bigihînin Îtalyayê, bi hewldana saziyên alîkariyê hatin rizgarkirin. Hat ragihandin, herî kêm 2 penaber fetisîne.
Li gorî daxuyaniya hêza ewlekariya peravê ya Îtalyayê Gûardîa Costîera, piştî 800 penaberên roja Pêncşemê hatin rizgarkirin, duh jî gelek penaber hatine rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin herî kêm 550 penaber hatine rizgarkirin û cenazeyê 2 penaberan hatine dîtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tevî saziya bi navê SOS Mêdîterranêe, her wiha keştiyên ser bi Hêzên Deryayî yên Îtalyayê, penaber rizgar kirine. Li gogrî daxuyaniyê 193 penaberên li ser 4 botên plastîk bûn hatine rizgarkirin.
Di daxuyaniya Gûardîa Costîera de hat gotin, karê lêgerîn û rizgarkirina penaberan tevahiya şevê dewam kiriye.