Bi karê 60 salî çola mezin ji nû ve şîn bû

Li Çînê çoleke ji deh hezaran kîlometreçargoşeyî careke din şîn bû. Vê yekê nîşan da ku bi hewldanên demdirêj û bi sebir dikare pêşî li çolbûnê bê girtin.

Li gorî karê saziyeke fikrî ku malpera Earth.org'ê bi rê ve dibe, li Maowûsû ku yek ji 4 çolên mezin ên li Çînê ye, bi karekî ji 60 salî dawî li çolbûyînê hate anîn.

Çola navborî 42 hezar kîlometreçargoşe ye û di navbera eyaleta Shaanxî û Herêma Xweser a Mogolistana Navxweyî ye. Bi saya karê jinûve çandina daran, li çolê guhertineke mezin xuya dike.

BI DAR Û DEVIYAN HATE GIRTIN

Li gorî vê yekê, li vê herêma ku sala 1975'an bi temamî çol û qûm bû, piştî sala 1985'an guhertinekê dest pê kir. Dîmenên peykê yên bajarê Yûlîn ku li başûrê çolê ye hatin parvekirin. Di dîmen de tê dîtin ku ev herêm heta sala 2001'ê çawa şîn dibe. Her wiha eşkere dibe ku sala 2018'an jî bi temamî şîn bûye.

Di dîmen de ku ji aliyê malperê ve hate parvekirin, şênkahiya di nava dehan salan li dora bajarê Yûlîn şîn dibe tê dîtin ku ev şênkanî jî bi giranî dar û devî ye.

RAYEDARÊN ÇÎNÎ: ÇOL WÊ DEMEKE NÊZ BI TEMAMÎ BI DAWÎ BIBE

Dîmen û wêneyên malpera Earth.org'ê ji aliyê rojnameya Rojaneya Gel a Çînê ve hatin piştrast kirin. Rojnameyê di nûçeya xwe de ku agahiyên xwe ji Daîreya Daristanê ya eyaleta Shaanxî wergirt, qada şênkahî ya bajarê Yûlînê gihîştiye 93.24 ji sedî.

Li gorî Daîreya Daristanan wê çola Maowûsû di demeke nêz de bi temamî ji holê rabe.