Bahoza dijwar li bakurê Fransayê jiyan tevlîhev kir
Barîna berfê û bahoza dijwar a li Fransayê çûn û hatine gelek herêman asê kir. Tê gotin elektrîka nêzî 200 hezar xaniyan hatiye birîn.
Barîna berfê û bahoza dijwar a li Fransayê çûn û hatine gelek herêman asê kir. Tê gotin elektrîka nêzî 200 hezar xaniyan hatiye birîn.
Bahoza ku bandor li bakurê welêt kir, şîdeta wê gihîşt saetê 146 kîlometreyî. Vê bahozê xisar madî li gelek herêman kir.
Li herêma Normandîe ya li bakurrojavayê Fransayê, gelek seferên trenan ji ber bahozê betal bûn. Her wiha ji ber ku gelek dar qelibîn, rê li trafîkê hatin girtin.
Şîrketa belavkirina elektrîkê ya bi navê Enedîsê jî da xuyakirin, ku elektrîka zêdeyî 190 hezar xanî ku piraniya wan li herêmên Normandîe û Pîcardîe ne, qut bûye. Tevî van herêman li herêmên Pays-de-Loire, Bretagne, Nord-Pas-de-Calais û Champagne-Ardennes a li herêma Grand-Est ê bi hezaran xanî bê elektrîk man e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bahoza dijwar ji duh bi şev ve berê xwe daye aliyê rojhilat û hişyarî hat dayîn, xisara ji ber bahozê dibe ku zêde bibe.
Li herêma Bretagneyê jî, qutbûna elektrîk û gazê ya ji ber bahoza dijwar, heta nîvê şevê li hezaran malan dewam kir.
Wekî din, ji ber bahozê seferên trenê yên navbera Parîs û Pîcardîe ji duh êvarê û pê ve hatin betalkirin. Li hin balafirgehan jî rêwî asê man. Li bajarên Ardennes, Aîsne, Somme, Nord û Pas-de-Calaîsê servîsên dibistanan hatin betalkirin.