Awûstûrya ji bo enerjiya dikare bê nûkirin gaveke girîng davêje

Awûstûrya hewl dide, di nava 13 salên pêş de herî kêm bi 40 mîlyar Euroyî razemeniyê ji bo enerjiya dikare nû bibe, bike û bibe 'Dewleta Model a Hawirdorparêz'.

Serokwezîr Chrîstîan Kern li platformeke li bajarê Welsê qala projeyên hikûmetê kir û diyar kir, welatê wan wê hê bêhtir berê xwe bide enerjiya dikare nû bibe. Kern anî ziman, ew dixwazin bibin 'Dewleteke Model a Hawirdorparêz' û destnîşan kir, ku armanca wan ew e, heta sala 2030'î bi 40 mîlyar Euroyî razemeniyê li vê qadê bikin.

Chrîstîan Kern qala bernameya 'Plan A' jî kir û ragihand, ew dixwazin muçeyê kêmtirîn bigihînin 1500 Euro, giraniya burokratîk sivik bikin û derfetan bidin şîrketan.

Kern diyar kir, ew plan dikin heta sala 2020'an bi qasî 200 hezar cihên kar bafirînin û îdîa kir, ku ji bo dema pêş jî wê ji her kesî re kar bafirînin.

Kern da xuyakirin, ku li ser kesên zêdeyî mîlyonek Euro weke mîrate maye, wê wesaretê li ser wan ferz bikin.