Ava deryayê gelekî germ dibe, metirsî li ser ekosîstemê heye

Ji ber bandora germa global, ava deryayê gelekî germ bûye û hîn jî germ dibe.

Zanyaran diyar kirin ku bi germbûna zêde ya ava deryayê re metirsî li ser ekosîstemê çêbûye.

Lêkolîneke li ser mijarê hate kirin, di kovara Natûre de hate weşandin. Li gorî daneyên peyka ku germa ava okyanûsan dipîve, di navbera salên 1982 û 2016'an de hate tespîtkirin ku hejmara rojên ku ava deryayê germ e, ji rewşa asayî zêdetir bûye.

Ne cara yekê ye ku zanyar tespîta pêla germ a ava deryayê dikin. Lê belê cara yekê ye ku tê destnîşankirin, ev guherîn ji sedema germa global a ji ber mirovan pêk hatiye.

Lêkolîneran diyar kirin ku ji ber germa okyanûsan a demdirêj, ava li deryayê zêdetir germ dibe û hişyarî dan ku germbûna ava deryayê wê dewam bike.