Artêşa Amerîkayê mirina sivîlan a li Kûndûzê qebûl kir

Li gorî daxuyaniya artêşa Amerîkayê, îdîayên li ser kuştina 33 sivîlan li gundekî Afganîstanê, bi rengekî fermî hatiye qebûlkirin.

Li ser navê hêzên Amerîkî yên li Afganîstanê daxuyaniyek ji çapemeniyê de hate dayîn. Di daxuyaniyê de, agahiyên berfireh ên lêkolîna li ser bomberdûmana meha Mijdarê ya li wîlayeta Kûndûzê hatin parvekirin, ku di vê bomberdûmanê de 33 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di daxuyaniyê de hat îdîakirin, mirina li gundekî di 3'ê Mijdarê de di çarçoveya 'parastina rewa' de pêk hatiye. Hat ragihandin, li gundekî çeteyên Talîban û leşkerên Amerîkî û Afgan şer kirine û Talîbanan sivîl weke mertal bi kar anîne.

Hat gotin, "Lêkolîna hat kirin nîşan da ku bi rengekî xemgînî 33 sivîl hatine kuştin, 27 jî birîndar bûne."

Di daxuyanya artêşa Amerîka de hat gotin, ji bo destekê bidin hêzên Amerîkî û Afgan ên bûn hedefa Talîbanan, balafirên şer ketine dewrê û hat qebûlkirin ku di sivîlan di vê bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dane.

Fermandarê yekîneyên Amerîkî yên li Afganîstanê general John Nîcholson got, "Ji şert û mercên şer wêdetir, ji ber mirina mirovên bêguneh ez xemgîn im."