Amêrî ji bo terikandina xaka Iraqê hişiyarî da Tirkiyê û hêzên biyanî

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amêrî Tirkiyê û hêzên biyanî yên li Iraqê hişyar kir û got divê heya dawiya îsal ji xaka Iraqê derkevin.

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amêrî di civîneke çapemeniyê de bal kişande ser hêzên biyanî yên ketine nav axa Iraqê û ragihand ku divê heya 31’ê Kanûna îsal hêzên Emerîka, Fransa û Tirkiye jî di nav de ti hêzekî biyanî li ser xaka Iraqê nemînin.

Amêrî her wiha îşare bi pirsgirêka ne yekbûna hêzên Iraqê kir û got: “Dema ku hêzên dagirker yên biyanî ji xaka Iraqê derdikevin, hemû hêzên Iraqê ji bo avakirina dewleta Iraqê dibin yek.”