Şoreşgerê Elman ê ji bo Kurdan çalakî dikir, jiyana xwe ji dest da

Bernhard Heidbreder, ku ji ber çalakiyên li dijî piştgiriya hikumeta Elman a ji bo artêşa Tirk di sala 1994'an de lê dihate gerîn, li Venezuellayê ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da.

27'ê Cotmeha 1994'an biryargeha artêşa Elman a li Bad Freienwaldê ku bi 50 km dûrî Berlînê ye, da ber agir û hate girtin. Xisareke mezin li biryargehê bû. Çend roj piştî vê bûyerê rêxistina bi navê "Das K.O.M.I.T.E.E." berpirsyariya vê çalakiyê li xwe girt. Vê rêxistina bi meyla çepgiriya radîkal bi rêya vê çalakiyê navê xwe da bihîstin û di belavokê de wiha got: "Ji ber ku bi her awayî piştgiriyê dide hêzên ewlekariya Tirk ên ku komkujiyan li gelê Kurd dikin, me artêşa Elman kir hedef. Artêşa Tirk çek û perwerdeyê ji artêşa Elman werdigire, lewma şirîkê hemû sûcên li dijî Kurdan e."

Çalakiya duyemîn a rêxistinê di 10'ê Nîsana 1995'an de li taxa Grunau ya Berlînê bû. Rêxistinê xwest li dijî girtîgeha dersînorkirinê çalakiyê bike. Ji bo şermezarkirina dersînorkirina penaberên Kurd ên ji şer reviyane, ji bo şermezarkirina polîtîkayên afirînerê siyaseta dij bi Kurd Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Kanther û ji bo xurtkirina kapasîteya rêxistinê, plan kir ku girtîgeha dersînorkirinê ya ku hîn dihate çêkirin biteqîne.

Lê belê milîtanên rêxistinê dema ku hewl dan bombeya ji 120 kîlogramî bi cih bikin hatin dîtin û çalakî bêencam ma. Piştî vê bûyerê di encama lêpirsîna polîsan de biryara girtina Bernd Heidbreder, Peter Krauth û Thomas Walter hate dayin. Her sê milîtanên ku Elmanyayê li asta navneteweyî dest bi pêvajoya girtina wan kir, di çapemeniyê de timî weke 'terorîstên ji Berlînê' hatin weşandin.

PIŞTÎ BI SALAN LI VENEZUELAYÊ HATE GIRTIN

Li gorî yekîneyên ewlekariyê yên Elman, Heidbreder, Krauth û Walter bi piştgiriya Artêşa Sor a Elman (RAF) li welatên Latîn Emerîkayê bûn. Elmanyayê ji sala 2012'an û pê ve hewldanên xwe zêde kir û ji bo girtina her sê welatiyên wê zexta dîplomatîk li Nikaragua, Kolombiya, Ekvator, Venezuella, Uruguay û Arjantinê kir.

Piştî 20 salan di sala 2014'an de agahî gihîşt Elmanyayê ku Bernd Heidbreder li Venezuellayê hatiye girtin. Tevî hewldanên rêveberiya Berlînê, Heidbreder radestî Elmanyayê nehate kirin û piştî ku 2 salan li girtîgehê ma hate berdan. Heidbreder dema ku li Venezuellayê bû bi muzîkê re mijûl bû, dîmen li ser medya dîjîtal parve kir. Demek bû ku ji ber kanserê tedawî dibû.

Hevalê wî yê nivîskar û sînemavan Thomas Walter li ser hesabê medya dîjîtal daxuyaniyek weşand û ragihand ku Heidbreder 28'ê Gulana 2021'ê ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da.

DEST JI POLÎSBÛNÊ BERDA BÛ Û ŞOREŞGERÎ TERCÎH KIRIBÛ

Heidbreder ku sala 1960'î li bajarê Herfortê ji dayik bû, piştî perwerdeya lîseyê li dibistana polîsan a li Kolnê xwe nivîsand. Lê belê piştî demeke kurt dest ji dibistana polîsan berda û di nava salên 1980'î de li rojavayê Berlînê bi cih bû. Li Berlînê çend somestr perwerdeya psîkolojiyê wergirt û rêxistinên çepgir nas kir. Heidbreder wê demê ji ber ku tevlî çalakiyên çep bû gelek caran hate destgîrkirin. Sala 1995'an piştî çalakiya neserketî Hedibreder reviya welatên Latîn Emerîkayê. Dihate îdîakirin ku Heidbreder salên dûdirêj bi navê 'Smith' li Kolombiyayê mabû.