Şewba koronayê derb li veguhastina organan xist

Şewba global a ji ber vîrûsa koronayê rû da, derb li veguhastina organan jî xist, ku ji bo bi sed hezaran nexweşî meseleyeke man û nemanê ye.

Li Îngilistanê û li qada navneteweyî di encama lêkolînan de eşkere bû ku veguhastina organan ji sedî 20 kêm bûye. Hejmareke gelekî zêde ya nexweşên li benda veguhastina organan bûn jiyana xwe ji dest dan.

Di lêkolînekê de ya li Îngilistanê hate kirin, hate tespîtkirin ku li nexweşxaneyan di nava 12 mehan de 3 hezar û 391 veguhastina organan çêbû. Beriya salekê di heman demê de 4 hezar û 761 veguhastin çêbûbû. Pisporan diyar kirin ku 487 nexweş di nava vê demê de dema ku li benda organan bû jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî raporekê ya ji aliyê Civata Veguhastina Organan a Ewropayê hate weşandin, li 22 welatên ketin bin bandora şewba koronayê veguhastina gurçik, kezeb, pişik û dil ji sedî 31 kêm bû.

Kêmbûna veguhastina organan herî zêde li Japonyayê bû. Li vî welatî li gorî salek beriya niha veguhastina organan ji sedî 66,71 kêm bû.