Şervanê leheng ê Botanê: Baran Xemlîn

Gerîla Baran Botan ku bi kesayetiya xwe ya kedkar, durust û dilnizm ji hevrêyên xwe re bû mînak, ji dayina berdêlê neditirsiya ji ber ku mîna hevrêyên xwe wî jî dabû ser rêya heqîqetê. Bi sekn û pratîka xwe ev yek nîşan dida.

BARAN XEMLÎN

Dema ku mirov rastiya Kurdistanê û dagirkeriyê bînin ber çavên xwe, em ê fêhm bikin bê çima ciwan didin ser rêya bi ronahiya Rêber Apo. Ciwan ji bo gelê xwe, ji bo warê xwe têdikoşin, canê xwe feda dikin. Bi taybetî hîn di temenekî gelekî ciwan de biryarên gelekî mezin didin. Li pêşiya wan du rê hene; ya wê tevlî nava sîstema kapîtalîst bibin û bibin kole, yan jî berê xwe bidin doza azadiyê ya gel û welatê xwe û bibin mirovên bi rûmet. Ciwanên Kurd bi giranî rêya duyemîn, yanî rêya bi rûmet tercîh dikin. Cîhana sexte ya ku sîstema kapîtalîst ava kiriye li pêşiya ciwanan nikare bibe asteng ku rêya bi rûmet hilbijêrin.

Yek ji zarokên rojê yên ku di vê rêya azadiyê de têkoşiyan Baran Xemlîn (Seyîtxan Sencer) bû. Ji bo vegotina çîroka Hevalê baran gotin têrê nakin. Hîn di gava destpêkê de mîrateya Alî Çîçekan hilda ser milê xwe. Bi jiyan, sekn û şehadeta xwe mîrateya Alî Çîçekan bi serbilindî ji ciwanên Kurd re hişt. Her mirov li gorî herêma ku lê ji dayik bûye dibe xwedî taybetmendiyên kesayetiyê, taybetmendiyên civakê bandoreke mezin li ser avabûna karakterê mirovan dike. Hevrê Baran Xemlîn jî li yek ji bajarên berxwedan û serhildanê yê Kurdistanê li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber dilsoziya bi nirxên Kurdîtiyê re ya derdor û malbata wî, hevalê Baran bi dilsoziya bi cewherê xwe re mezin bû. Şahidî ji her cûre qirêjiya li nava sîstemê re kir lê belê ti hêzê nekarî hevalê Baran ji cewhera wî dûr bixîne.

9 salan li dibistana sîstemê xwend. Li dibistanê piştî ku bi qirkerî û asîmîlasyona li ser çanda Kurd hesiya, dest ji xwendina dibistana sîstemê berda. Dema ku zilma li bajarê lê dima li gelê Kurd dihate kirin, bi taybetî jî li dayikan dihate kirin dît, weke şoreşgerekî sond xwar ku tolê hilîne û tevlî nava karên ciwanan bû. Hevalê Baran ku heyranê têkoşîna bi fedakarî ya gerîla bû, armanca xwe ya herî mezin tevlîbûna li nava refên gerîla bû. Hevrê Baran ku di karên ciwanên şoreşger welatparêz de pratîkeke serketî nîşan da, biryar da têkoşîna xwe hîn mezin bike. Li hemberî dewleta Tirk ku li her qadê êrîşî destketiyên gelê Kurd dikir û siyaseta qirkirinê dimeşand, ji bo karibe têbikoşe sala 2018'an tevlî nava refên azadiyê bû.

LI KATO'YÊ BÛ ÇAV Û GUHÊ HEVRÊYÊN XWE

Hevalê Botan perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li Botanê ji hevrêyên xwe wergirt û fikrê Rêber Apo hîn baştir nas kir. Ji ber şert û mercên şer, hemû xusûsên ku li ser gerîlatiyê hîn bû, firsend dît ku di cih de bixe pratîkê. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ew jî mîna hevrêyên xwe bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî şer bû. Hevalê Baran bi nîqaşên bi hevrêyên xwe re esasên milîtaniya Apoyî hîn bû, weke gerîlayekî Botanê yê şareza û xwedî tecrûbe tevlî nava têkoşînê bû. Gerîla Botan li gel temenê xwe yê ciwan jî bû xwedî gelek tecrûbe û li Kato'yê bû çav û guhê hevrêyên xwe. Piştî şehadeta her hevrêyekî xwe yê bi hev re têkoşiya, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin hîn mezin bû. Gerîla Baran ji bo parastina çanda berxwedanê ya şehîdan xwe ji têkoşînê neda alî.

Ji bo bersivê bide pêvajoyê û bi rengekî çalak tevlî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe, hevalê Baran ji hevrêyên xwe re bû alîkar ku hînî qadê bibe û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Sala 2024'an ji bo gerîlayên li herêma Bakur bû sala fedaîtiyê. Ev yek li dijî xiyanet û dagirkeriyê seknek bû.

Hevalê Baran li herêma Botanê ku şert û mercên wê giran e bi rola pêşengiyê rabû, bi çalakiyên xwe bêhn li dagirkeran çikand û destûr neda ku dijmin li xaka Kurdistanê bi cih bibe. Di felsefeya Rêber Apo de serneketin, bêhêvîtî, bêçaretî nîne, serketin, tolhildan, hesabpirsîn û serfirazî heye. Gerîla Baran ku felsefeya Rêber Apo ji xwe re kir esas, ji dayina berdêlê neditirsiya, ji ber ku mîna hevrêyên xwe wî jî dabû ser rêya heqîqetê. Bi sekn û pratîka xwe ev yek radixist pêş çavan û kêlî bi kêlî dijiya.

Hevrê Baran 25'ê Tîrmeha 2024'an di encama êrîşa dewleta Tirk de tevî hevrêyên xwe Destîna Botan (Bişeng Dûrmûş) û Benda Amed (Semra Ayverdî) şehîd bû. Şehîd Baran jî destanek li destanên lehengiyê yên gelê Kurd zêde kir û di oxira azadiyê de canê xwe feda kir.