KCDK-E'yê ji bo 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd peyama ‘spasiyê’ da

KCDK-E'yê daxuyand ku bi deh hezaran kesên ji dehan welatên Ewropayê beşdarî festîvalê bûne bi coşeke mezin qîriyan ku ew ji bo qonaxa nû ya pêngavê amade ne û spasiya gelê Kurd û dostên wan ên Kurd ên ji bo festîvalê seferber bûne kir.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî spasiya bi deh hezaran ên beşdarî 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd bûn kir.

KCDK-E'yê bi bîr xist ku 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a bi şîara "Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin" di 21'ê Îlonê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi tevlîbûna bi coş a deh hezaran kesî pêk hat.

Daxuyanî wiha dewam kir:

“Dewletên mêtinger ev zêdetirî sed sal in li çar parçeyan Kurdistanê li dijî gelê Kurd qirkirina fîzîkî û çandî pêk tîne û li hemberî vê berxwedaneke bi heybet tê meşandin.

Di 32’yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de ku bi deh hezaran kes ji çar aliyên Ewropayê beşdar bûn, gelê Kurd û dostên wan hem îradeya xwe ragihandin û hem jî li dijî asîmîlasyona çandî dilsoziya xwe ya bi nirxên xwe yên çandî re dan xuyakirin.

GELÊ ME JI QONAXA NÛ YA PÊNGAVÊ RE AMADE YE

Bi deh hezaran kesên beşdarî festîvalê bûn helwesta xwe ya bi biryar a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî anîn ziman.

Bi deh hezaran Kurd, dost, jin, zarok, extiyar û ciwanên ku ji dehan welatên Ewropayê li dijî tecrîd û esareta ku ev 26 sal in dewam dike beşdarî festîvalê bûn, bi coşeke mezin qîriyan ku ew ji qonaxa nû ya pêngavê re amade ne.

Ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Holanda, Belçîka û gelek welatên Ewropayê bi hezaran kes bi otobus û wesayîtan ber bi Frankfurtê ve herikîn.

Elmanya ku cihê bingehîn a tevlêbûnê pêk tîne, xebatek bi biryar nîşan da û jin û ciwan qad tijî kirin. Bi deh hezaran jinên ku qad tijî kirin, ji bo festîvalê bi hesta berpirsyariyê seferber bûn û paradîgmaya jinê ya Rêber Apo esas girtin.

Enternasyonalîst û dostên ji welatên cuda ku ji destpêkê ve bi hemû hêza xwe beşdarî pêngava "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bûn, li Frankfurtê xwedî li Rêber Apo derketin û diyar kirin ku ew rêberekî navneteweyî ye.

Weke KCDK-E em ji deh hezaran di serî de jin, ciwan, enternasyonalîst, dost, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, hemû alîgirên mirovahiyê û her kesên ku j bo festîvalê serferber bûn û yên ku li qadan bi disîplîn xebitîn û xizmet kirin spasiya wan dikin.”