Li Efrîkaya Navîn û Rojava ji ber lehiyê zêdetirî hezar kes jiyana xwe ji dest dan

Li Efrîkaya Navîn û Rojava ji ber lehiyên ku ji Tîrmehê vir ve didome zêdetirî hezar kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 4 milyon kes jî mexdûr bûn.

Efrîkaya Navîn û Rojava ji Tîrmehê vir ve bi lehiyê re rû bi rû ne. Nîjerya, Nîjer, Malî, Kamerûn, Çad, Sûdan, Sûdana Başûr û her wiha hin herêmên Komara Demokratîk a Kongoyê barana zêde bandor li wan kir. Li Çad, Malî, Nîjerya û Nîjerê jî krîza mirovî xirabtir bûye.

Li Çadê ji ber lehiyê zêdeyî 500 kes jiyana xwe ji dest dan û bagerê bandor li nêzî 1,7 milyon kesî kir. Her wiha zêdetirî 200 hezar xanî wêran bûne, zêdetirî 300 hezar hektar zeviyên çandiniyê di bin avê de man û nêzîkî 70 hezar sewalên kedîkirî jî xeniqîn.

Wezîrê Av û Enerjiyê yê Çadê Marcelin Kanabe Passale diyar kir ku lehî bandor li ser hemû bajarên welat kiriye û anî ziman ku ew li bendê ne ku di rojên pêş de wê lehiyek xirabtir biqewime.

Li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanê, li 14 welatan zêdetirî çar milyon mirov bi bandor dibin. Bi giştî hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê di destpêka Îlonê de rigihand ku Efrîka yek ji herêmên ku herî zêde bûyerên hewayê bandoreke giran li ser dike. Di raporê de hat gotin ku dibe ku heta sala 2030’an 118 milyon Efrîkî ji bûyerên hewaya dijwar bi bandor bibin.