Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn

31’emîn Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn.

31'emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter bi merasîma ku li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşliya Stenbolê hat lidarxistin, ji xwediyên wan re hatin dayîn. Li salona ku merasîm hat lidarxistin pankartên "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" û “Yenî Yaşam 6 salî ye" û wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz hatin daliqandin. Di merasîmê de gelek rojnamevan, nûnerên partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên sivîl, jinan û parêzvanên mafên mirovan amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Ewilî bi ser navê rojnameya Yenî Yaşamê Kîbriya Evren axivî. Evren, Mûsa Anter û kûrê wî yê di salvegera mirina bavê xwe de jiyana xwe ji dest daye Anter Anter bi bîr anî. Evren diyar kir ku Çapemeniya Azad êşên Kurdan tîne ziman û di vê oxirê de gelek xebatkarên çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî wiha axivî: "Generalên biçûk ên Apê Mûsa yên wê demê êdî mezin bûne; di Çapemeniya Azad de bûne rêveber, nivîskar û karîkaturîst. Bûn rêwiyên wê têkoşînê. Ew jî roja me ronî dikin û tarîtiyê ronî dikin. Bi vê boneyê ez generalên Apê Mûsa ji ber têkoşîna wan silav dikim. Apê Mûsa, bawer bike pênûsa ku te hiştiye, di destên hevalên jêhatî û xwedî ezmûn berdewam dike.”

Siyasetmedar Gultan Kişanak jî got, “Kevneşopiya Çapemeniya Azad hînî min kir ku bê heqîqet çiqas girîng e. Heqîqet pir bi qîmet e, bi qasî van şehîdên em dibînin. Ji ber vê yekê berdêla wê giran e. Dema ku em wek rêwiyên vê kevneşopiyê derketin rê, me soz da ku 'rastî di tariyê de nemîne' û ez dibînim ku îro gelek kesên vê dikin hene. Ez wan hemûyan pîroz dikim.”

XELAT HATIN DAYÎN

Piştre jî Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad Mûsa Anter hatin dayîn.

Di beşa nûçeyan a Tirkî de nûçegihanê T24'ê Cengîz Anil Bolukbaş bi nûçeya "Rêya hilweşînê ya Îliçê: Siyanûr rijand, lîsansa wê nehat betalkirin, deynê wê yê bacê hat jêbirin, qazanca wê zêde bû", xelat wergirt. Nûçegihana JINNEWS'ê Dîlan Babat bi dîmenê “Biaxive, tu ji ku yî?" Xelata Taybet a Juriyê wergirt. Di beşa nûçegihaniya Kurdî de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn bi nûçeya "Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê" xelat wergirt.

Di beşa Wêneyan de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mujdat Can bi wêneyê ku rewşa sewalên di şewata di navbera Amed û Mêrdînê de derketî û 6 gund şewitîbûn, hêjayî xelatê hat dîtin. Di beşa Nûçegihana Jinan de jî nûçegihana Karkerên Jin Rahîme Karvar bi rêzenivîsên xwe yên li ser serpêhatiyên jinên kedkar ên çandiniyê hêjayî xelatê hat dîtin.

Xelata Rûmetê ya îsal ji bo bîranîna rojnamevanên berxwedêr Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ku di êrîşa dewleta Tirk de li Silêmaniyê hatin qetilkirin, hat dayîn. Her wiha parêzera mafên jinan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku Îranê biryara darvekirinê lê birî hêjayî xelata rûmetê hat dîtin.

PEYAMA PEXŞAN EZÎZÎ HAT XWENDIN

Piştre jî peyama Pexşan Ezîzî ya ji Girtîgeha Êvînê şandibû hat xwendin. Ezîzî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Ev peyam bi silavên min ên şoreşgerî ji Girtîgeha Êvînê ya kela berxwedanê ye bi felsefeya “Berxwedan jiyan e” ji bo Bakurê Kurdistanê ye. Ez şehîdên Çapemeniya Azad Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat, Karwan Hewramî û nivîskarên heqîqetê yên di vê rêyê de canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînim. Bakurê Kurdistanê her tim di berxwedana Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û her tim bûye dengê girtiyan û azadîxwazan. Ez weke kesekî ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dişopînim di duyemîn salvegera şoreşê de vê xelatê diyarî malbata ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikim.”

 Herî dawî Koma Hevra derket ser dikê û stranên xwe got.