Di hilbijartinên Srî Lankayê de namzetê çepgir bi ser ket

Namzetê çepgir Anûra Kûmara Dissanayaka di hilbijartina serokdewletiyê ya Srî Lankayê de bi ser ket.

HILBIJARTINA SRÎ LANKAYÊ

Komîsyona Hilbijartinê ya Srî Lankayê ragihand ku Anûra Kûmara Dissanayaka yê ku bi kampanyaya xwe ya alîgirê çîna karkeran e û di nav ciwanan de navdar e, di hilbijartinên serokdewletiyê yê Srî Lankayê de bi ser ket.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Hilbijartinê Dissanayaka yê 55 salî ji sedî 42,3 dengan bi dest xistiye û serokê muxalefetê Sacît Premadasa li pey xwe hiştiye. Serokê demkî Ranil Wickremesinghe ku ev du sal in li ser kar e bû sêyemîn.

Dissayanaka soza rêvebiriyeke baş û bi ser gendeliyê de biçe da hilbijêran. Serokdewletê nû her wiha dixwaze baca xwarinê û dermanan kêm bike.

2 SAL BERÊ BI HEZAR KES BI SER QESRA SEROKATIYÊ DE GIRTIBÛN

Partiya Hêza Gel a Neteweyî ya ku Dissanayaka serokê wê ye, di salên 1970 û 1980 de pêşengiya du serhildanên têkçûyî kir û zêdetirî 80,000 kes hatin kuştin. Di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 2020’an de, ji sedî çar kêmtir dengan wergirtibû.

Hilbijartina serokdewletiyê ya roja Şemiyê piştî xwepêşandanên girseyî yên 2 sal berê ji ber zêdebûna krîza darayî û aborî hatibûn lidarxistin, hilbijartina yekem e. Serokdewletê wê demê Gotabaya Rajapaksa piştî ku bi hezaran kes bi ser qesra wî de girtin ji welat reviya.