BI DÎMEN

Li Zurîhê ji bo Şehîd Hebûn Pîro sersaxî û bîranîn hat lidarxistin

Hebûn Pîro yê ku beriya hefteyekê di encama êrîşên dewleta Tirk de bi hevrêyê xwe Botan Osyan li Amedê şehîd bû, hat bibîranîn û sersaxî hat qebûlkirin.

Ji bo Hebûn Pîro (Zirav Taş) û Botan Osyan (Fehmî Başkurt) ên ku di 15’ê Îlona 2024’an de li bejahiya Licê ya Amedê di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin.

Gelek malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Swîsreyê û endamên Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) beşdarî bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DEM-KURD) bûn.

Di bîranînê de ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Li ser navê KOMAW'ê Mustafa Karahan axivî.

KARAHAN: EM Ê GIRÊDAYÎ ŞEHÎDÊN XWE BIN

Karahan anî ziman ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji roja ku dest pê kiriye heta niha gelek şehîd dane û got, “Di meha Îlonê de gelek şehîdên me hene. Ev ciwanên ku em bi bîr tînin di vê mehê de şehîd bûne û canê xwe feda kirine. Em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Di 24’ê Îlona 1996’an de di êrîşa li girtîgeha Amedê de 10 hevalên me şehîd bûn. Em ji van hemû şehîdan re rêzdar in. Çi dibe bila bibe em ê girêdayî şehîdên xwe bin.”

Dayika Aştiyê Îsmîxan Ok da xuyakirin ku şehîd ne yên yekem û ne yên dawî ne û sersaxiyê di serî de ji Rêber Apo, gelê Kurd û malbatan re xwest.

XWIŞKA ŞEHÎD: EM Ê LI SER ŞOPA RÊBER APO BIMEŞIN

Xwişka şehîd Hebûn Pîro Xezal Taş jî got, “Hebûn ji bo ku çeka kekê me li erdê nehêle, piştî şehadeta wî tevlî têkoşînê bû. Dema tevlî bû daxwaza wî hebû; dixwest vegere welatê xwe û li wir şer bike. Ev xwesteka xwe pêk anî. Ew li welatê ku lê ji dayik bû, bû stêrkek.” Xezal Taş peyama “Em ê li ser şopa Rêber Apo bimeşin” da.

Piştî ku Xezal Taş axaftina xwe bi dawî kir girseya gel demekê dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Siyasetmedar Siddik Batûr ku soza dilsoziya xwe ya bi têkoşîna şehîdan re dubare kir û diyar kir ku bi rêxistinkirin û berfirehkirina têkoşînê dikarin layiqî şehîdan bibin.

Piştî axaftinan sînevîzyona hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû. Malbata Taş heta saetên êvarê sersaxî qebûl kir.