Emîne Şenyaşar: Eger bimirim jî ez ê li vir bimirim

Emîne Şenyaşar a çalakiya Nobeda Edaletê li dar xist got, "Heta edalet pêk bê û kurê min bê berdan ez ji vir dernakevim. Eger bimirim jî ez ê li vir bimirim."

EMÎNE ŞENYAŞAR

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê ku di 14’ê hezîrana 2018’an de hevjîn û du kurên wê ji hêla xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatibûn qetilkirin û kurekê wê jî hatiye girtin, di roja 32’yemîn de berdewam kir. 

Emîne Şenyaşar, dovîza bi nivîsa “Edalet” hilgirt û got: “Edalet tune ye. Tenê zilmê dikin. Ev 7 sal in ez li edaletê digerim. Yên ku zarokên min li nexweşxaneyê qetil kirin serbest in lê kurê min ê birîndar girtin. Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim. Heta ku edalet pêk tê ez ê ji vir neçim. Eger bimirim jî ez ê li vir bimrim.”