BI DÎMEN

Şehîd Harûn Mîra li Bordeauxê hat bibîranîn

Harûn Mîra yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Bordeauxê hat bibîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Harûn Mîra (Rojhat Şahîn) yê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a  li dijî herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê di 8’ê Tebaxê de şehîd bû, li bajarê Bordeaux ê Fransayê hat bibîranîn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat pêşandan. Dayik û bavê şehîd Harûn Mîra gotin, "Kurê me şehîdê vî gelî û PKK'ê ye."

Piştre siyasetmedar Elî Haydar axaftinek kir û sersaxî ji malbata Harûn Mîra re xwest. Elî Haydar destnîşan kir ku ciwanên Kurdistanê tevî hemû zehmetiyan jî ji bo welatê xwe dudilî nebûn, wê têkoşînê bêwestan heta serketinê bidomin û tu carî ji berxwedanê paşde gav navêjin.  

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.