BI DÎMEN

Kurdistanî bi rengên xwe beşdarî festîvala Ticinoyê bûn

Festîvala Çanda Gel a 2024'an a ku ji aliyê Şaredariya Locarnoyê ve hat organîzekirin, Kurdan bi berhemên ku çanda xwe nîşan didin beşdarî festîvalê bûn û li ber stranên berxwedanê govend gerandin.

FESTÎVALA ÇANDA GEL A SWÎSREYÊ

Festîvala Çanda Gel a 2024’an ji aliyê Şaredariya Locarno ya kantona Îtalya ya Swîsreyê ve hat organîzekirin. Di festîvala ku girseyek zêde beşdar bû de standên çandê yên aîdê gel hatin vekirin.

Navenda Çanda Kurd a Demokratîk (DEM-KURD) a Ticinoyê jî beşdarî festîvalê bû. DEM-KURD ji bo berhemên çanda gelê Kurd stand vekir û çanda Kurd li wir da nasandin.

Kesên ku bi rengên xwe beşdarî festîvalê bûn li ser dikê stranên xwe gotin.  

Hunermendên ku li ser navê DEM-KURD derketin ser dikê, stranên berxwedanê gotin. Kurdistaniyan jî li ber stranan govend gerandin û bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re azadî" û “Bijî gerîla" berz kirin. 

Şahî heta saetên dereng berdewam kir.