Şehîdên meha Gulanê li Torontoyê hatin bîranîn

Li bajarê Toronto yê Kanadayê, endamên Komîsyona Ciwanan li Navenda Civaka Kurd li hev kom bûn û şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

Berdevkê komîsyonê Ozgur Guven li civînê axivî û got, "Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Gûrbet Aydin, Îbrahîm Kaypakkaya, Halîl Çavgûn, Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan û Necmî Oner, Mahmût Zengîn, û Eşref Anyik bi fedakarî û têkoşîna xwe bûne pêşengên têkoşîna me ya şoreşê."

Guven şehîd bi bîr anî û got, "Em soz didin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin." Civîn bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.