Îtalyayê penaberek jî venehewand

141 penaber roja Duşemê ji aliyê keştiya bi navê Aqûarîûs ve hatin rizgarkirin. Îtalyayê yek ji van penaberan jî qebûl nekir û bang li Îngilîstan û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê kir ku deriyên xwe vekin.

Rêxistina civakî ya sivîl a bi navê SOS Derya Spî bi Doktorên Sînornenas re operasyoneke hevpar a rizgarkirinê meşand û li peravên Lîbyayê gelek penaber rizgar kir.

Îtalyayê ji 141 penaberên hatine rizgarkirin yek jî venehewand û bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku bi berpirsyarî rabin.

Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Salvînî got, "Li Îtalyayê nikarin biçin her devera ku dixwazin."

Partiya bi navê La Lîgûe ya rastgir jî ji bo "pêşîgirtina li bazirganên mirovan" bang kir û diyar kir ku keştiya bi navê Aqûarîûs divê biçe Fransa, Îngilîstan, Elmanya û Maltayê.

Keştiya bi navê Aqûarîûs, ji bo li benda biryara hikumeta nû ya Îtalyayê bimîne, meha Hezîranê 9 rojan li deryayê sekinîbû. 650 penaber jî çûbûn Spanyayê. Spanyayê deriyên xwe li penaberên nû venekir.