HEVPEYVÎN

‘Îro bi hezaran Zîlanan li çiyayên Kurdistanê çek rakirine’

Gerîlaya HPJ’ê Aysel Wan diyar kir ku çalakiya heval Zîlan li dijî gotina ‘jin nikare şer bike û çalakî bike’ bû bersiv û got ku li çiyayên Kurdistanê ruhê heval Zîlan tê jiyankirin.

GERÎLAYA HPJ’Ê

Gerîlaya HPJ’ê Aysel Wan bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Zîlan, ji ANF’ê re axivî.

Aysel Wan diyar kir ku weke tevgera jin meha Hezîranê mehekî pir girîng e û wiha got: “Ji ber ku meha Hezîranê di asta pêşengî û dîroka me ya tevgera jinê de girîng e. Meha Hezîranê meha şehîdên jin e. Bi taybeta rêxistina me ya jinê ev meh wisa bi nav kir. Ji ber ku heval Zîlan, Sema Yuce, Gulan, Zîlan Pepûle û gelek hevalên din ên hêja di vê mehê de şehîd bûn. Weke jineke têkoşer ez vê mehê ji bo xwe weke hêz, bawerî û hezkirina ku wan hevalan çawa Rêber Apo fêm kir, dibînim. Dema ku em nameyên heval Zîlan û heval Sema dixwînin, em hîn zêdetir dikevin ferqa girîngiya wan. Wan hevalan xeteriya li ser jiyana Rêber Apo bi kûrahî fêm kirin û jiyan kirin. Rêber Apo got, milîtaneke Apoyî divê heval Zîlan rast fêm bike û jiyan bike. Heval Zîlan li dijî metirsiya li ser Rêber Apo, canê xwe feda kir. Yanî jiyaneke mirî, jinûve ava kir. Heval Zîlan xwedî kesayeteke tijî ye, Rêber Apo derbarê kesayeta wê de gelek gotinên binirx aniye ziman. Rêber Apo dibêje, heval Zîlan manîfestoye, xwendawend e û fermandara min e. Gelek şopdarên heval Zîlan çêbûn. Bi sedan, bi hezaran hevalan rêya heval Zîlan domandin. Heval Sema jî di sala ‘98’an de bi heman armancê çalakiya fedayî dike. Em van hevalan ne tenê di meha Hezîranê de, di çalakiyên xwe û her kêliya jiyana xwe de wan bi bîr tînin û pênase dikin. Em dixwazin wan hevalan rast jiyan bikin û fêm bikin, mîna wan şer bikin. Heval Zîlan ji bo Rêber Apo canê xwe feda kir, lê ev yek jî bes nedît û got, ‘Xwezî ji canê min zêdetir tiştek din hebûya ku min feda kiriba’. Bi rastî rast fêmkirin û jiyankirina heval Zîlan, ji bo me girîng e.”

Gerîlaya HPJ’ê Aysel Wan şehîd Zîlan Pepûle jî bi bîr anî û ev tişt got: “Şehîd Zîlan Pepûle ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî yek ji şopdarên fermandar Zîlan e. Ew jî 30’ê Hezîrana 2006’an dema li Rojhilat şehîd dibe, dijmin hovîtiyê li ser cenazeyê wê pêk tîne. Hevalên ku li cem Zîlan Pepûle mayîne digotin, bi rastî jî mîna Pepûleyekî bû. Yanî çawa ku Pepûle di nava xwezayê de xwe ji êrîşan diparêze, ew jî wisa bû. Zîlan Pepûle ji bo ku wateya vê rojê bi gel, jin û ciwanan bide naskirin û fêmkirin, diçe da ku civînekê çêbike. Lê di encama komployekî de şehîd dibe. Bi hezaran şopdarên heval Zîlan û Zîlan Pepûle, şehîd bûn.

Yanî em di kesayeta wan bi hezaran hevalan de dibînin ku navê Zîlanê rakirin çiqas bi nirx e. Her ciwan û jineke Kurd dema xwe perwerde dike, xwe li gorî xeta van hevalan amade dike û jiyan dike. Naskirina van hemalan, naskirina Rêber Apo ye. Dema ku em li çiyayan xwe ji bo çalakiyekê yan jî wezîfeyekê amade dikin, em ji xwe pirs dikin ka gelo em çiqasê dikarin ji heval Zîlan re bibin bersiv. Ji ber ku heval Zîlan, xeta taktîkî ji bo me diyar kir. Heval Zîlan li dijî hêzên ku wê demê xwestin tevgerê tasfiye bikin, bû bersiv. Heval Zîlan niha ji bo me jî bûye ruh, fikir û îdeolojî. Heval Zîlan li dijî gotina ‘jina Kurd nikare şer bike û çalakî bike’ bû bersiv. Her wiha çalakiya xwe ji her alî ve plan dike û li gorî wê pêk tîne. Ruhê heval Zîlan bi heman awayî û heman taktîkê, niha li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê; bi giştî li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyan dike. Her jineke Kurd li van çiyayan çek rakiriye û dixwaze mîna heval Zîlan heta dawiyê li dijî dijmin şer bike û bersiv bide. Wek artêşbûna jin bi rastî jî em gihiştine astekî pir bilind. Piştî çalakiya heval Zîlan, zihniyeta ‘jin nikare şer bike’ hate guhertin. Ev yek li çiyayên Kurdistanê hîn zêdetir tê dîtin. Her ciwanek ji bo bikare hîn baştir rêya Zîlanan fêm bike, divê bikeve nava hewldanê. Em soz didin ku weke jinên Rojhilatê Kurdistanê, heval Zîlan hîn baştir di nava gel de bidin naskirin û fêmkirin, ji ber ku her ciwanek jin dema beşdar bû bikare heval Zîlan baştir fêm bike. Ev erkê me ye û em soz didin ku vê erkê xwe pêk bînin. Em dubare soz didin ku em wan hevalan hem di jiyan, hem jî çalakiyên xwe de bidin jiyankirin.”