Nasnameya şervanekî QSD'ê yê şehîd bû hate eşkerekirin

QSD'ê ragihand ku şervanê wan El Eşqer El Idlibî li Minbicê dema bi erka xwe radibû, di encama teqîna mayinê de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta şervanekî xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: “Şervanê me El Eşqer El Idlibî (Yûsif Raîd El Ebid) dema erka xwe li eniyên Minbicê yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de pêk dianî, mayinek pê ve teqiya û şehîd bû.

Şervanê me El Idlibî li gelek eniyan di nava refên Cebhet El Ekrad a di bin sîwana hêzên me de, tê koşiya. Li hemberî çete û hêzên Tirkiyeyê ya dagirker û terorê berxwedaneke mezin nîşan da.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em ê rêka wan bidomînin heta armanc û hêviyên wan ên welatekî azad û ewle bi cih bînin."

Nasnav: El Eşqer El Idlibî
Nav û Paşnav: Yûsif El Ebid
Navê Dayikê: Nûr
Navê Bav: Raîd
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Idlib - Cozef, 2002
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-Erîma, 30 Hezîran 2024