Serokwezîrê nû yê Hollandayê şefê berê yê îstîxbaratê ye

Şefê berê yê îstîxbarata Hollandayê Dîck Schoof roja Sêşemê weke Serokwezîrê Hollandayê sond xwar û derbasî serê hikumeta koalîsyona rastgir bû ku 'polîtîkaya herî tund a koçberiyê' dimeşîne.

Di ser hilbijartinên Hollandayê re zêdeyî 7 meh derbas bûn, ku lîderê rastgirê tund Geert Wîlders bi ser ketibû û tevahiya Ewropa matmayî hiştibû. Piştî vê serketina rastgiriya tund Dîck Schoof kete şûna Mark Rûtte ku ji sala 2010'an û vir ve desthilatdar bû. Rûtte ji bo Sekreteriya Giştî ya NATO'yê hate tayînkirin.

Schoof wezîrên xwe li Qesra Qraliyetê ya li Laheyê pêşkêşî Qralê Hollandayê Wîllem-Alexander kir. Her yek ji wezîran ji bo dilsoziya bi destûra bingehîn û hikumdar, soz dan û gav avêtin.

Wîlders ji ber helwesta xwe ya dijberiya li Îslamê û gumanbariya li Ewropayê, ji ber gefa vekişînê ya hin partiyan neçar mabû ku dest ji daxwaza xwe ya Serokwezîrtiyê berde.

Li şûna vê jî di encama hevdîtinên bi lîderên çar partiyên koalîsyonê re lihev kir ku nebe parçeyek ji hikumetê û di şexsê Schoof ê 67 salî de ku partiyeke xwe ya siyasî nîne li hev kir.