Êrîşên nîjadperest: Leşkerên Tirk li Efrîn û Cerablusê 7 kes kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku leşkerên Tirk di xwepêşandanên piştî bûyerên nîjadperest ên li Kayseriyê de 7 kes kuştine.

Li herêmên di bin dagirkeriyê de jî bertekên li dijî bûyerên nîjadperest, lînç, şewitandin û talankirinê yên ku di 30’ê Hezîranê de li Kayseriyê destpê kirin û piştre li gelek bajaran belav bûn, zêde bûn. Alên Tirk hatin şewitandin, hewl hat dayîn gelek baregehên dagirkeriyê yên leşkerî û noqteya sînorê bixin di bin destê xwe de.

Rêvebirê SOHR’ê Ramî Abdul Rahman ji AFP’ê re axivî û wiha got: “Hejmara kesên di xwepêşandanên roja Duşemê de mirin, derket 7’an; 6 ji wan li Efrînê û yek jî li Cerablusê encama pevçûnên bi pasvanên Tirk re hate kuştin.”

SOHR’ê diyar kir ku pasvanên sînorî yên Tirk gule berdana xwepêşanderên ku hewl danE qereqola sînor a Cerablusê bi dest ve bînin.

Hat diyarkirin ku çavkaniyeke bijîşkî ya li herêmên dagirkirî hejmara miriyan piştrast kiriye.