Îranê keştiyeke petrolê ji Venezûelayê re şand, DYE hişyar kir

Îranê keştiyeke petrolê ji Venezûelayê re şand û diyar kir ku heke DYE keştiyê bide sekinandin wê ‘encamên vî tiştî hebin.’

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Nûrê ya nêzî Mûxafizên Şoreşê yên Îranê ‘DYE bi van keleşiyan li behrên navneteweyî bibe sedema têkçûna ewlehiyê, wê ev tişt bibe rîsk û bêguman wê bêyî encam nemîne.”

DYE ambargoyê li ser Îran û Venezûelayê dike.

Roja Pêncşemê rayedarekî DYE’yê ji Reûtersê re diyar kiribû ku DYE hewl dide li dijî keştiya petrolê ya Îranê tevdîran werbigire.

Hate ragihandin ku keştiyeke petrolê ya Îranê ber bi Venezûelayê ketiye rê û barê wê sotemenî ye.

Berdevkê hikumeta Îranê Alî Rabîeyî got ku “Îran û Venezûela têkiliyên wan ên bazirganiyê hene, ev dewlet du dewletên serbixwe ne. Em bazirganiyê dikin û îşê tu kesî ji vî tiştî tune. Divê em petrola xwe bifiroşin û derfetên me hene ku em vî tiştî bikin.”