Îranê dîsa elektrîk da Iraqê
Rejîma Îranê piştî çalakiyên li dijî birîna elektrîkê ya li ser Iraqê ya dema Tîrmehê, dîsa dest bi dana elektrîkê kir.
Rejîma Îranê piştî çalakiyên li dijî birîna elektrîkê ya li ser Iraqê ya dema Tîrmehê, dîsa dest bi dana elektrîkê kir.
Rêveberiya Tehranê ji ber sedema fatoreyên elektrîkê yên ku nehatin dayin û zêdebûna mezaxftina elektrîkê ya li Îranê Tîrmehê elektrîk li ser Iraqê birîbû.
Ji ber sedema nebûna elektrîkê di serî de li Basrayê, li gelek bajaran çalakî hatibûn kirin.
Hikûmeta Îranê ziwabûna havînê û ji ber vê kêmbûna herka avê û kêmbûna hilberandina hîdroelektrîkê ya li bendavan kiribû hincet û elektrîk li ser Iraqê birîbû.
SIÛDÎ JÎ ELEKRÎK PÊŞNIYAR KIRIBÛ
Alîkarê Wezîrê Enerjiyê Mahmûdreza Hahîfam got, ‘’Di rewşa berdest de, em di navbeyna 200-250 megavatî de elekrîkê îxracî Iraq, Efganîstan û Pakîstanê dikin.’’
Siûdî ji bo bandora Îranê kêm bike, meha bihurî pêşniyar kiribû ku elektrîka erzan bide Bexdayê.